NAVENDA NÛÇEYAN — Bi salane dewleta Tirk ji bo ku leşkerên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê bihêle, bi hincetan tevdigere. Niha ev hincet hatine rakirin û ji bo artêşa Tirk li Herêma Kurdistan û Iraqê tu hincet tune ye. Lêbelê, artêşa Tirk hîn jî dixwaze dagirkeriyên xwe bi îdiayên xwe yên derewîn û bi hinceta gefkirina ewlehiya netewî bidomîne.
- Li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 80 nuqte û baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene.
- Di navbera 7,000 û 8,000 leşkerên dewleta Tirk di van baregehan de cih digirin ligel bi sedan torên sîxuriyê.
- Bi banga Rêber Apo re PKK’ê kongreya xwe lidar xist û têkoşîna xwe ya çekdarî li dijî dewleta Tirk bi dawî kir.
Hincetên dewleta Tirk û rastiya qadê
Bi salane dewleta Tirk ji bo ku leşkerên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê bihêle, bi hincetan tevdigere. Niha ev hincet hatine rakirin û ji bo artêşa Tirk li Herêma Kurdistan û Iraqê tu hincet tune ye. Lêbelê, artêşa Tirk hîn jî dixwaze dagirkeriyên xwe bi îdiayên xwe yên derewîn û bi hinceta gefkirina ewlehiya netewî bidomîne.
Li gorî hinek îstatîstîkan, dewleta Tirk li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 80 nuqte û baregehên leşkerî hene. Li gorî hinek îstatîstîkan, di navbera 7,000 û 8,000 leşkerên dewleta Tirk di van baregehan de hene. Wekî din, bi sedan torên sîxuriyê li herêm û bajarên Iraqê hene. Hincet jî ewe ku qaşo PKK û gelê Kurd gefa herî mezin li ser ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê ne. Lê hemû ew hincetên ku dewleta Tirk bi dehan salane nîşan dide, niha bi dawî bûne.
Bandora Projeya Aştî û Civaka Demokratîk
Projeya dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo, ku di Sibata 2025’an de ragihand, ne tenê projeyeke ku ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye, belkû ev proje ji bo bidawîkirina dagirkerî û wêrankariyên artêşa Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye jî. Di vî warî de, Rêber Apo ev xeyala Tirkan ya ku 100 salin ji xwe re kiriye dirûşme û bi vê dirûşmeyê gelê Kurd ditirsan, şikand.
Pêşeroja Bûyeran
Li ser banga Rêber Apo, PKK kongreya xwe lidar xist û hemû çalakiyên xwe yên di bin navê PKK’ê de û têkoşîna xwe ya çekdarî li dijî dewleta Tirk bi dawî kir. Ne tenê ew, lê PKK hemû gerîlayên xwe ji çend deverên stratejîk vekişand ku artêşa Tirk di zêdetirî 40 salên borî de nekariye bikeve wan deveran. Hince
Çavkanî: Rojnews Kurmancî