PAK’ê ragihand ku Îranê saet di 09:20’î de bi fuzeyên balîstîk êriş biriye ser baregeheke Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku li devera Herîr-Balîsan a li sînorê parêzgeha Hewlêrê, Îranê bi çar fuzeyên balîsîtk êriş biriye ser yek ji baregehên Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê.
Hate diyarkirin ku êriş vê sibehê saet di 09:22’an de hate kirin, lê ji ber valakirina pêşwext a baregehê tiştek bi kesî nehatiye.
Çavkanî: ANF Kurmancî