22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Iraq hinek şunwarên dîrokî ji Amerîka û Brîtanyayê vedigerîne

Revebira Muzexaneyên Iraqê Lema Durî, diyarkir ku Desteya Giştî ya Şunwar û Kelepurî ya Iraqê amadekariyan ji bo wergirtina hin parçeyên şunwarî yên giranbiha ji Amerîka û Brîtanyayê dike.

Revebira Muzexaneyên Iraqê Lema Durî, di daxuyaniyekê de diyarkir ku ew parçeyên şûnwarî yên ku biryare ji Amerîka û Brîtanyayê werin vegerandin, komek ji şunwarên dîrokî ne û ji van pêk tên: çek, morên gilover, morîk û gerdenî, peykerê zilamekî perisîner (Îbadetkar), sîkeyên diravî û şûnwarên nivîsa bizmarî ku dîroka wan vedigere serdemên cuda yên şaristaniya Sumerî û Babîlî ne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku desteya şunwaran a Iraqê kariye pêşî li firotina piraniya şunwarên dizî yên Iraqê di mezadên cîhanî de bigre. Her wiha hate eşkerekirin ku dibe hin parçeyên din jî di depoyên hin saziyên biyanî de hatibin veşartin, bêy ku werin nîşandan.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse