Îsraîl ji bo li qadên ahengiya bi guherîna avhewayê, rêveberiya avê û pêşveçûna domdarî hevkariyê bike, bi rengê sektorî tevlî Forûma Giravên Pasîfîkê bû.
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê roja Çarşemê daxuyaniyek da û ragihand ku welatê wan bi rengekî sektorî beşdarî Forûma Giravên Pasîfîkê bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, hevkarî wê bi giranî li ser mijarên rêvebirina avê, paqijkirina ava deryayê, çandinî, ahengiya bi guherîna avhewayê, înovasyon û pêşveçûna domdarî bisekine.
Forûma Giravên Pasîfîk a ji 18 endaman, ji ber hewldanên Çînê yên ji bo zêdekirina bandora xwe ya li herêmê, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Awûstralyayê ji bo hêzên mezin weke platformeke dîplomatîk a girîng tê dîtin. DYE, Çîn, Fransa û Îngilistan jî di nav de 30 şirîkên pêşvebirinê yên Forûmê hene.
Çavkanî: ANF Kurmancî