Bavê Ahmed Polad ku li Sûriyeyê 18’ê Çileyê ji aliyê HTŞ’ê ve hate revandin û 8 meh in li girtîgehê tê ragirtin, daxwaza xwedîderketina li Ahmed kir û got, “Ahmed bi tenê nehêlin. Ew rojnamevanek e ku dixwest li wê derê bibe dengê gelekî.”
Rojnamevan Ahmed Polad ku dema li Sûriyeyê nûçe dişopand 18’ê Çileya 2026’an ji aliyê Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) ve hate revandin û girtin, piştî ku 8 mehan li girtîgehên HTŞ’ê hate ragirtin, 9’ê Îlona 2029’an radestî Tirkiyeyê hate kirin. Polad niha li Tirkiyeyê girtî ye. Bavê wî Adil Aslan bal kişand ser rewşa kurê xwe û bang li raya giştî kir.
Polad niha li Girtîgeha Tîpa L a Marmarayê ya li Sîlîvriyê li hucreya yek kesî tê ragirtin. Parêzeran diyar kirin ku rewşa tenduristiyê ya Polad nebaş e û divê tedawiya wî tavilê destpê bike.
Çavkanî: ANF Kurmancî