Senem Çelîk, diyar kir ku pirsgirêkên di wargeha xwendekaran de pir zêde ne, daxwazên xwendekaran bi hinceta ‘Budçe tune ye’ tên paşguhkirin û got ku ji budçeya Wezareta Ciwan û Werzîşê 7,4 milyar TL ji bo weqf û komeleyen cuda re hatine şandin.
Xwendekarên zanîngehê li dijî zêdebûna xizanî û pirsgirêkên wargehên xwendekaran têkoşînê dikin. Xwendekarekî Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (ÎTU), ji ber ku di qonaxa ewil de pola amadekariyê derbas nekir, ji wargeha KYK’ê hat derxistin. Xwendekarê ku cîhekî wî yê mayînê tune bû, bi rojan di pirtûkxaneyê de ma û ji bo domandina perwerdeya xwe neçar ma ku bixebite.
Ji Tevgera Em Nikarin Cihê Mayînê Peyda bikin Senem Çelîk, diyar kir ku pirsgirêkên ku xwendekar dijîn tenê bi krîza aborî ve ne girêdayî ne û got ku di heman demê de kêmasiya rêveberî û kontrolê ya di zanîngehan de jî maxduriyetan zêde dike.
Çavkanî: ANF Kurmancî