4 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

Ji jinên Mexmûrê piştgiriya mezin ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

📰 KAPSAMLI RAPOR

MEXMÛR — Jinên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakiya Dayikên Aştiyê û destnîşan kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tavilê pêk were.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgirî dan hewldana Dayikên Aştiyê yên ku li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin.
  • Di daxuyaniyê de bang li raya giştî hat kirin ku li hember bêdengiya heyî û neheqiya li Rêber Apo tê kirin bibin xwedî helwest.
  • Meclîsa Îşar Fatma Bîlen bal kişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û got ku daxwaza Dayikên Aştiyê daxwaza wan e.

Hevdîtinên Enqereyê û Helwêsta Jinên Mexmûrê

Jinên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgirî dan çalakiya Dayikên Aştiyê û destnîşan kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tavilê pêk were. Jinên li Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgirî dan hewldana Dayikên Aştiyê ku li Enqereyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Jinan bang li raya giştî kirin ku li hember bêdengiya heyî û neheqiya li Rêber Apo tê kirin bibin xwedî helwest.

Axaftina Fatma Bîlen: Em Aştiyê Dixwazin

Daxuyanî li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan jinan û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Îşar Fatma Bîlen axivî û wiha got: “Em di serî de silav û hezkirinên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Ji Sibata 2025’an ve pêvajoyek hatiye destpêkirin. Rêbertî û Gerîlayan gelek gav avêtine. Lê belê heta niha jî dewletê gavên şênber ne avêtine. Hîn jî girtiyên me di girtîgehan de ne. Hîn jî Rêber Apo di bin tecrîdekî de ye. Ji bo wê em banga aştiyê dikin. Em çaalkiya Dayîkên Aştiyê silav dikin. Em piştgirî didin wan û daxwaza wan daxwaza me ye. Em aştiyê dixwazin û emê ji bo wê têbikoşin. Heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin em dest ji çalakî û xebatên xwe bernadin.”

Pêşeroja Bûyeran

Çalakî û daxuyaniya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi biryardariya domandina têkoşînê û bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse