Karwanê şeşemîn ê koçberên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê amadekariyên herî dawî yê vegerê dikin. Tê payin ku karwan îro vegere warê xwe.
Zêdetirî 640 malbatên koçberên Serêkaniyê yên ku li Kampa Newroz û li Kampa Serêkaniyê dimînin, di nava karwana şeşemîn de amadekariyên vegera cih û warên xwe yên resen dikin, karwan îro bi rê dikeve.
Her du kamp ji malbatên koçber ên ji Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê pêk tê, duh (20 Cotmeh) malbatên li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê ji bo ku tevlî karwanê bibin berê xwe dane Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê.
Çavkanî: ANF Kurmancî