18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Kedkarê Tevgera Azadiyê Hasan Merdan jiyana xwe ji dest da

Yek ji kedkarên ewil ên Tevgera Azadiya Kurd Hasan Merdan Dîrlîk, li Swîsreyê dema ku ji ber nexweşiya penceşrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Di bîranîna ku li Lenzburgê ji bo Dîrlîk hate lidarxistin de jiyana wî ya têkoşînê hate vegotin.

Yek ji kedkarên ewil ên Tevgera Azadiya Kurd Hasan Merdan Dîrlîk ku demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, li Nexweşxaneya Kantona Aarauyê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Hasan Merdan li Mala Kurda ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li bajarê Lenzburg ê girêdayî kantona Aargau ya Swîsreyê, bîranîn hate lidarxistin. Piştî bîranînê, malbata wî sersaxiyan qebûl kir.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse