14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Kesê ku li Hesekê destdirêjî li wêneyên şehîdan kiribû hat girtin

Hate ragihandin kesê bi navê Nasir Tariq Etiya ku duh li taxa Xiwêran a Hesekê destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kiribû, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye girtin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, kesê bi navê Nasir Tariq Etiya duh li taxa Xiwêran ya bajarê Hesekê destdirêjî li wêneyê şehîdên jin kiribû û ew niha ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye binçavkirin.

Duh (sêşem) li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdan hatibû kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî ew wêne ji nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran hatiye wergirtin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse