6 Kasım 2026, Cuma
Nûçe

KJK: Niha dema xweparastinê ye

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya têkildarî 25’ê Mijdarê de ragihand ku divê têkoşîna jinê ya hevpar û rêxistinbûyî bê bilindkirin û got, “Di 25’ê Mijdarê roja têkoşînê ya navneteweyî ya li dijî tundiya li jinê de em bibin yek deng û yek dil. Sedsala 21’ê bikin dema azadbûna jinê.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da.
  • Tundiya bi serweriya mêr gihîştiye asteke metirsîdar û li her sal, her meh, her roj û her kêliyê belav bûye.
  • Di demekê de ku tundî veguheriye şêweyê jiyanê û çandekê, pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin, hemû gel û bindestan li ser çarçoveya têkilîdanînekê digihîne hev.

Tundiya li dijî jinê gihîştiye asteke metirsîdar

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê di ti serdemê de ewqasî kûr û bi rêk û pêk nehate kirin. Tundiya bi serweriya mêr gihîştiye asteke metirsîdar û li her sal, her meh, her roj û her kêliyê belav bûye. Lewma rabûna li ber vê tundiyê êdî nebe nabe. Ji ber vê yekê li dijî modernîteya kapîtalîst ku nûnerê sîstema kujerê kastîk ê vê serdemê ye û li hemberî qirkirina xweza û civakê, qirkirina jiyanê û qirkirina jinê, ku dûvikên wê diafirînin û li hemû şaneyên jiyanê bi cih kirine, weke jin dema ku têkoşîneke bi hev re û rêxistinî hate meşandin, hingî encameke bi bandor dikare bê bidestxistin.

Pêwîstiya bi plan û projeyên piralî heye

Li hemberî çanda tundiyê ku li her çavkaniya jiyana civakî hatiye bicihkirin, weke jin ji danîna têkiliyên jiyana rojane heta bi avakirina pergala jiyana azad a alternatîf pêwîstiya xwe bi plan û projeyên welê hene ku perspektîfa têkoşîneke piralî biafirîne. Di demekê de ku tundî veguheriye şêweyê jiyanê û çandekê, pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin, hemû gel û bindestan li ser çarçoveya têkilîdanînekê digihîne hev, her wiha di serî de ji bo jinan girîngiyeke mezin heye.

Pêşeroja Bûyeran

Koordînasyona KJK’ê bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de bibin yek deng û yek dil û sedsala 21’ê bikin dema azadbûna jinê.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse