19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Heke pevçûn bi dawî bibin lêçûnên ji çekan re dihat veqetandin jî divê ji gel re bê veqetandin. Em dixwazin hemû encamên aştiyê bibînin.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên li rojevê li meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît di serî de kesên ji ber lehiyê li Stenbol û gelek bajaran jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got ku ew dê li pêy şopa çareserkirina mexduriyeta welatiyan bin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku sedema keraseta lehiyê polîtîkayên desthilatê yên ewlehiya welatiyan nagire û ev tişt anî ziman: “Heke hûn li dijî xwezayê tevbigerin karesetên wisa çêdibin. Berpirsê vê yekê desthilata ku li dijî xwezayê tevdigere û ji bo rantê xwezayê talan dike ye. Kerasetên bi vî rengî yên li Stenbolê ne nû ne û berê jî kerasetên bi vî rengî çêbûn lê tu tedbîr nehatin girtin. Desthilat şûna tedbîrê bigire bajar ji rantê re vekir. Desthilat bi vî awayî dê ji GOP 31’an re malivaniyê bike. Em li dijî vê yekê bang li Lûtkeya Avhewayê ya gelan dikin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse