9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Belçîkayê roja çalakî û grevê

Li Belçîkayê sendîkayên CSC û FGTB’ê li dijî polîtîkayên budçe û aboriyê yên hikûmetê îro jî li paytext Brukselê xwepêşandan lidar dixin. Tê payîn ku di veguhastina giştî de astengiyên cidî çêbibin, nêzî 140 firînên li Balafirgeha Brukselê bên betalkirin.

Li Belçîkayê sendîka li dijî polîtîkayên hikûmeta federal û planên budçeyê, protestoyên xwe didomînin. Xwepêşandana ku wê bi banga sendîkayên CSC û FGTB’ê bê lidarxistin, sihara îniyê wê ji ber Stasyona Navendî ya Brukselê destpê bike. Çalakiya ku tê payîn bi deh hezaran kes beşdar bibin, weke “hişyariya ewilî” ya li hemberî hikûmetê tê nirxandin.

Çalakî wê li seranserî welêt veguhastinê jî bandor bike. Roja Îniyê wê li Balafirgeha Brukselê nêzî 140 firîn bên betalkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment