2 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Li dêreke Sydneyê şahiya ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ hat lidarxistin

📰 KAPSAMLI RAPOR

SYDNEY — Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê bi pêşengiya Keşîş Bill Crews li dêra “Uniting Church of Australia” bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Şahî bi pêşengiya Keşîş Bill Crews li dêra ‘Uniting Church of Australia’ hate lidarxistin.
  • NCDK, dostên gelê Kurd, civakên Xiristiyan, Myanmar û Êzidî beşdarî çalakiyê bûn.
  • Senatorê Partiya Lîberal Dean Smith peyama hevgirtinê da û piştgiriya xwe anî ziman.

Beşdarbûneke Berfireh ji Civak û Siyasetmedaran

Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê bi pêşengiya Keşîş Bill Crews li dêra “Uniting Church of Australia” bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), dostên gelê Kurd, civakên Xiristiyan, Myanmar û Êzidî, Senatorê Partiya Lîberal Dean Smith û endamên Meclisa Şaredariyê beşdarî şahiyê bûn.

‘Kobanê nirxê hevpar ê mirovahiyê ye’

Li ser navê NCDK’ê Baran Sogut axivî û got: “Li Kobanê di şexsê gelê Kurd de li ser navê mirovahiyê têkoşîn hat meşandin. Kobanê serketina ronahiyê ya li dijî tariyê bû. Bi saya serketina li dijî barbariya DAÎŞ’ê ne tenê bajarek, mirovahî ji xetereyeke mezin rizgar bû. Ji ber vê yekê Kobanê ji bajarekî wêdetir, nirxê hevpar ê mirovahiyê ye û divê bê parastin.”

Senator Dean Smith: Em di nava hevgirtinê de ne

Senatorê Partiya Lîberal Dean Smith jî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û peyama hevgirtinê da. Senator Smith got, “Dema em li civakên Kurd û Myanmarê yên li Awûstralyayê difikirin, sê tişt hene ku wan dikin yek: berxwedêriya wan, aktîvîzma wan a civakî û siyasî û hewldanên wan ên ji bo parastina çanda xwe.” Senator wiha berdewam kir: “Îro li vir ez dixwazim vê yekê bînim bîra we: Carîna hûn difikirin ku derd û fikarên we nayên bihîstin, lê di parlamento ya me ya neteweyî de mirovên mîna min hene ku bi kûrahî girîngiyê didin û vê eleqe û hestyariyê vediguherînin çalakiyê. Îro ez li vir diyar dikim ku bi we re di nava hevgirtinê de me û destnîşan dikim ku ez careke din amade me di parlamento ya me ya neteweyî de piştgiriyê bidim we.”

Pêşeroja Bûyeran

Şahî bi pêşengiya keşîşê dêrê Bill Crews bi xwendina duayên bi boneya Roja Kobanê ji bo gelê Kurd bi dawî bû.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse