Ji bo ku xebatên çandî, civakî, akademîk û sazîbûnê yên civaka Kurd a li Fransayê di bin banekî nû de bibin yek, Mala Kurdistanê ya Fransayê hat ava kirin. Mala Kurdistanê li Salona Qesra Şaredariya Parîsê bi şeveke heybet hat danasîn.
Ev şeva taybet êvara Duşemê 12’yê Cotmehê li salona Qesra Şaredariyê ya dîrokî ya Parîsê hate lidar xistin. Di şevê de siyasetmedar, nûnerên saziyan, hunermend, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl ên Kurd û Fransî hatin cem hev.
Di bernameyê de sê axaftinên girîng hatin kirin. Pêşî Şaredarê Parîsê Emmanuel Grégoire axaftina vekirinê kir. Piştre Serokê Mala Kurdistanê ya Fransayê Baran Gurbuz û herî dawî jî Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande axivîn.
Çavkanî: ANF Kurmancî