Astengkirina berdana girtiyên ku li Girtîgeha Sincanê tên girtin berdewam dike: Tahliyeya Zelîha Ustabaş bo cara 5’emîn, ya Orhan Yakişir jî bo cara 3’yemîn hat taloqkirin.
Li Girtîgeha Sîncanê, tehliyeya 2 girtiyan bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hat astengkirin. Tehliyeya girtî Zelîha Ustabaş a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, cara 5’emîn hat astengkirin.
Tehliyeya Zelîha Ustabaş ku ji 18’ê Tîrmeha 2024’an ve ji aliyê lijneyê ve 4 caran hatibû astengkirin, careke din ji bo 9 mehan hat dirêjkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî