18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li Fransayê bîlançoya protestoyan giran dibe: 1800 binçavkirin

Li Fransayê di protestoyên roja 17’ê Cotmehê destpê kirin de, hejmara binçavkiriyan ji 1800’ê derbas kir. Zêdeyî 500 polîs, cenderme û agirkuj birîndar bûn. Têkildarî tundiya polîsan û çalakvanên birîndar bûne, bîlanço nehat dayîn.

Li Fransayê piştî protestoyên li dijî buhabûna tiştan a roja 17’ê Cotmehê, bîlanço giran dibe. Wezîrê Karên Hundir Laurent Nunez ragihand ku di bûyeran de heta niha 1800 kes hatin binçavkirin, zêdeyî 500 polîs, cenderme û agirkuj birîndar bûn.

Wezîr diyar kir ku hejmara birîndaran hîna teqez nebûye. Nunez li ser medyaya dîjîtal daxuyanî da û got, “Xwepêşandan mafekî esas e. Bikaranîna tundiyê û bi rengekî koordîneyî rageşî çêkirin jî ne mafek e.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse