Li Fransayê xwendekarên lîse û zanîngehê bi armanca protestokirina kêmbûna çavkaniyên perwerdeyê û bersivnedayî hikûmetê ji nû ve daketin qadan. Li gorî rêxistinên xwendekaran ji sedî 90’ê nêzîkî 70 zanîngehan girtî ne.
Tevgera xwendekaran a nîveja meha Îlonê li herêma Parîsê dest pê kir, li gel rojeneke nû ya protestokirina neteweyî ya li seranserê welêt berdewam kir. Xwendekar daxwaza başkirina şert û mercên perwerdeyê dikin.
JI SEDÎ 90’Ê ZANÎNGEHAN GIRTÎ NE
Rêxistina xwendekaran ya bi navê Union etudiante(Yekîtiya Xwendekaran) roja Sêşemê diyar kir ku ji sedî 90’ê nêzîkî 70 zanîngehan girtî ne yan jî hatine dorpêçkirin. Wezareta Perwerdeyê jî da zanîn ku ji sedî 35’ê saziyên girêdayî wê ji ber dagirkirin û girtina îdarî naxebitin.
147 PERSONELÊN PERWERDEYÊ BRÎNDAR BÛNE
Wezareta Perwerdeyê roja Sêşemê îdîa kir ku ji sedî 94,2’yê lîseyan vekirî ne. Li gorî daxuyaniya wezaretê, 214 dibistan girtî ne. Ev hejmar di 8’ê Cotmehê de weke 224 û di 6’ê Cotmehê de jî weke 800’an hatibû eşkerekirin.
Ji destpêka tevgerê heya niha hejmara personelên perwerdeyê yên birîndar bûne, li gel sibeha roja Sêşemê gihîştiye 147’an. Wezareta roja Duşemê diyar kir ku 20 personelên perwerdeyê birîndar bûne û ji van 5 rêveberên dibistanan in.
DEH HEZARAN KES LI QADAN IN
Li bajarê Lorientê bi hezaran kes li qada şaredariyê kom bûn û meşek li dar xistin. Li gorî walîtiyê li Lyonê jî 11 hezar kes beşdarî çalakiyan bûne.
Marsilya û Lyon jî di nav de li hin bajaran di navbera polîs û xwepêşanderan de şer û pevçûn derketine.
LI DIJÎ ÇEKÊN POLÎSAN KAMPANYAYA ÎMZEYÊ
Her wiha daxwaznameya têkildarî qedexekirina çekên polîsan roja Sêşemê gihîşt 120 hezar îmzeyan.
Hikûmet jî dibêje ku bandora tevgera xwendekaran kêm bûye. Xwendekar jî diyar dikin ku hikûmetê bersiv nedaye daxwazên wan û çalakiyên xwe didomînin.
Çavkanî: ANF Kurmancî