KERKÛKROJNEWS — Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, bi amadebûna hejmarek hunermend û rewşenbîran semînerek bi navnîşana ‘Çawa kesên asayî bikarin seneryo binivîsînin’ ji bo Nivîskar û Fîlmsaz Serkewt Taro hate dayîn.
- Li Kerkûkê semînerek li ser nivîsandina senaryoyê ji bo kesên asayî hate dayîn.
- Nivîskar û Fîlmsaz Serkewt Taro bal kişand ser parastina çîroka wêje û dîroka gelê Kurd.
- Di dawiya semînerê de di navbera beşdaran de nîqaş hatin kirin.
Girîngiya Sînema û Arşîvkirinê
Di saetên êvarî de li Salona Kolana Komarê ya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji bo Nivîskar û Fîlmsaz Serkewt Taro semînerek bi navnîşana ‘Çawa kesên asayî bikare seneryo binivîsînin’ hate dayîn. Nivîskar û Fîlmsaz Serkewt Taro qala girîngiya sînema û senaryoyê kir û got: “Pêwîste parastina çîroka wêje û dîroka me bikîn, hewl bidîn ew çîrok binivîsîn û bikîn arşîvek ji bo netewa me. Ji bo nifşên siberojê sûdê jê werbigirin.”
Dîroka Dewlemend a Kerkûkê û Çîrokên Kurdan
Serkewt Taro diyar kir ku sînema ji bo parastina û arşîvkirina dîrokê xwedî girîngiyeke mezine û got: “Kurd jî xwedî sedan çîrok û destanên dîrokî ne ku heta niha beşek hatiye dizîn yan jî nehatiye nivîsîn. Kerkûk xwedî çand û dîrokeke dewlemende, dikare li ser her kolan û rêyekê fîlmek baş bê çêkirin.” Serkewt Taro anî ziman ku pêwîste hunermend û fîlmsazên Kerkûkê destê wan ciwanan bigirin ku hêza wan a nivîsîna çîrok û seneryoyan hebe bigirin û bibin alîkar.
Pêşeroja Bûyeran
Piştî pêşkêşkirina semînerê, nîqaş di navbera kesên di semînerê de amade bûn de hate kirin û rewşenbîr û hunermendan li ser mijarê fikrên xwe parve kirin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî