14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Li Kerkûkê teqîn: Efserek û leşkerek mir

Li Kerkûkê di dema derbasbûna wesayiteke leşkerî de mayinek teqiya. Di encamê de efserek û leşkerekî Iraqî jiyana xwe ji dest dan, 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rojnewsê li Kerkûkê bi wesayîta leşkerên artêşa Iraqê ve mayînek teqiya. Hate zanîn ku teqîn li Çemê Zixêtûn ê li sînorê bajarokê Reşadê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, pêk hatiye.

Hate destnîşankirin ku mayîna ku berê hatibû çandin, bi wesayîta peywendiyan a berpirsên Fîrqeya 11’an a artêşa Iraqê ve teqiyaye.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse