25 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

📰 KAPSAMLI RAPOR

MARSÎLYA — Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsilyayê û pêkhateyên Jineolojî Provence, li ser Jineolojî û artêşbûna jinan, panel û çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di panela li bajarê Marsîlya ya Fransayê de, guhertina dîrokî ya tevgera jinan a Kurd, xweparastina jinê û rola Jineolojiyê di veguherîna civakî de hate nirxandin.
  • Di çalakiyê de Gulnaz Karataş, Elefteria Hambî û Nagîhan Akarsel hatin bibîranîn.
  • Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsilyayê hate lidarxistin û gelek jinên Kurd ên li herêmê û nûnerên tevgerên jinan ên enternasyonalîst tevlî bûn.

Bîranîna Şehîdan û Nîşandana Sînevîzyonê

Çalakî di şexsê fermandara nermir a têkoşîna jinan a Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê û şoreşgerên jin ên navneteweyî yên ku dema jiyanê diparastin jiyana xwe ji dest dan, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser helwesta Bêrîtan a di xeta jinên azad de û berxwedana jinên Kurd a di têkoşîna azadiyê de hate pêşandan. Di dema pêşandanê de gelek caran dirûşmeyên, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Semînera li ser Artêşbûn û Jineolojiyê

Di çarçoveya çalakiyê de, semînera bi ser navê, “Artêşbûna Tevgera Jinên Kurdistan û Jineolojî” hate lidarxistin. Endamê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Sîdar Feraşîn di semînerê de axivî û pêşveçûna dîrokî ya tevgear jinên Kurd, têgihiştina xweparastinê û girîngiya artêşbûna jinan nirxand.

Pêşeroja Bûyeran

Di nirxandina li panelê de, rola Jineolojiyê ya di veguherîna civakî de hate nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku xurtkirina xeta azadiya jinan, ji bo avakirinê xwedî giraniyek bingehîn e.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse