12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Li Taizê dorpêça Hûsiyan deng dibe: Bêhtirî 60 kes mirin

Hat ragihandin ku dorpêça Hûsiyên alîgirê Îranê yê li bajarê Taiz ê Yemenê tengtir dibe. Hat gotin ku di nava 24 saetên dawî de ji hêzên hikûmetê 22 û ji Hûsiyan jî herî kêm 40 şervan mirine.

Çavkaniyên leşkerî ku ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP’yê re axivîn, ragihandin ku di şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li dora bajarê Taiz ê Yemenê de bêhtirî 60 kes bûne qurbanî.

Çavkaniyên hikûmetê, diyar kirin ku Hûsiyan derketinên ji bajêr girtine û êrîş birine ser çeperên hikûmetê. Hat eşkerekirin ku di pevçûnan de ji hêzên hikûmetê 22 kes û ji Hûsiyan jî herî kêm 40 kes mirine.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse