Kurd û dostên wan ên li paytexta Awistirya Viyanayê, gerîlayên azadiyê yên ku li Qamişlo û Koçeratê şehîd bûne, bi bîr anî û soza şopandina rêya wan dan.
Li ser vexwendina Komîna Şehîdan li Awistiryayê, li Navenda Komala Rojava ya Viyanayê merasîmek ji bo bîranîna komek şehîdên ji herêmên Koçerat û Qamîşloyê yên ku jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kirine, hate lidarxistin. Malbatên şehîd Baran Qamîşlo û şehîd Bercem Zîlan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.
Çavkanî: ANF Kurmancî