13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

Nobeta ‘Jin, Edalet û Bîrê’ di hefteya xwe ya 2’yemîn de didome. Di çalakiyê de çîroka jinên hatine qetilkirin û an jî bi awayekî bigûman jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin.

Nobeta ku ji aliyê Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ve li dijî komkujiyên jinan hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 2’yemîn de berdewam kir. Di nobeta ku li ber Edliyeya Amedê tê lidarxistin de, pankarta “Jin nobeta edalet û bîrê digirin” û wêneyên jinên ku hatine kuştin hatin hildan. Nûnerên saziyên sivîl, endam û rêveberê partiyên siyasî û gelek jin beşdarî nobetê bûn. Di nobetê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Kuştina Jinan Polîtîk e” û “Neparêze, paqij neke darizîne” hatin berz kirin. Metna çapemeniyê ji aliyê endama Komeleya Jinan a Rosayê Rûşen Yakût ve hate xwendin.

Rûşen Yakût, diyar kir ku di nobeta vê hefteyê de, çîrokên jinên ku di navbera 2’yê Cotmehê heya 12’yê Cotmehê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û wan karibûye bigihîjin agahiyên wan, di bîra hevpar de anîne cem hev. Rûşen Yakût, di heman demê de destnîşan kir ku jinên ku di dîrokên berê de, tevî ku piraniya wan serlêdan kiribûn û daxwaza tedbîrên parastinê kiribûn jî hatine kuştin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse