ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ŞENGAL — Endamê Fermandariya YBŞ’ê Omer Şengalî bal kişand ser entegrasyona li Şengalê û gavên nû bên avêtin û got: “Em didin diyar kirin ku ev entegre ne tenê ji bo hêzên leşkerî ye, ji bo hemû sazî û dezgehên Şengalê ye. Di demên pêş de li ser saziyên sivîl jî wê gav werin avêtin.”
- Entegrasyona demokratîk a YBŞ û YJŞ’ê bi dewleta Iraqê re dest pê kir.
- Di 26’ê Cotmehê de li serê çiyayê Şengalê merasîmek hate lidarxistin.
- Di demên pêş de wê ji bo saziyên sivîl jî gavên entegrasyonê werin avêtin.
Entegrasyona Demokratîk û Ewlehiya Herêmê
Têkildarî entegresyona demokratîk a hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê bi dewleta Iraqê re, yek ji endamên Fermandariya YBŞ’ê Omer Şengalî ji Rojnewsê re axivî û da diyar kirin ku entegrasyona demokratîk, him destê wan û him jî destê dewletê xurt dike ji bo parastina ewlehiya herêmê.
Gava Yekem a Pratîkî di 26’ê Cotmehê de Hate Avêtin
Piştî danûstandinên berdewam, di 26’ê Cotmehê de li serê çiyayê Şengalê bi merasîmekê destpêka gava yekemîn a pratîkî ya entegerkirina hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê di nava saziyên ewlehiya Iraqê de, hate avêtin. Endamê Fermandariya YBŞ’ê Omer Şengalî li ser mijarê axivî û da diyar kirin ku êdî ji niha û şûn ve wê dest bi tevlîkirina endamên YBŞ û YJŞ’ê ji bo nav artêşa Iraqê were kirin û da zanîn ku ne tenê di aliyê leşkerî de, wê di demên pêş de ji bo saziyên sivîl jî gav ji bo entegerkirinê werin avêtin.
Pêşeroja Bûyeran
Şengalî ev nirxandin kir: “Wek gava destpêkê ya pratîkî hate avêtin ji niha û şûn ve wê guhertinên pratîkî li Şengalê de zêde bibin. Êdî gav bi gav wê endamên YBŞ û YJŞ’ê li gor wan saziyên hatine destnîşankirin beşdarî saziyên ewlehiya Iraqê bibin. Gelek kes bi awayên cuda cuda rewşa heyî şirove dikin, em dixwazin ji her kesî re bidin diyar kirin tişta ku îro li Şengalê çêdibe ne teslîmbûne, belê xurtkirina destê me ye.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî