NAVENDA NÛÇEYAN — Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew entegresyona demokratîk a hêzên YBŞ’ê ya bi dewleta Iraqê re nas nake û daxwaza vegera li peymana 9’ê Cotmeha 2020’an kir ku civaka Êzidî ew peyman wekî jenosîdeke nû ya siyasî pênase kiribû.
- Di 26’ê Cotmeha 2026’an de li çiyayê Çilmêr yê Şengalê entegrasyona demokratîk hat ragihandin.
- 4 hezar 165 endamên YBŞ û YJŞ’ê tevlî sîstema ewlehiya federal dibin.
- Civaka Êzidî vê pêvajoyê wekî pêngaveke giring û erênî pêşwazî kir.
Entegrasyona Demokratîk a Hêzên Şengalê
Roja 26’ê Cotmeha 2026’an li lûtkeya çiyayê Çilmêr yê Şengalê bi awayekî fermî di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û hikûmeta federal a Iraqê de entegrasyona demokratîk hat ragihandin. Hat diyarkirin ku wê 4 hezar 165 endamên YBŞ’ê û YJŞ’ê tevlî sîstema ewlehiya federal bibin.
Helwesta Civaka Êzidî
Yekser civaka Êzidî bi erênî pêşwazî li vê pêvajoya entegrebûnê kir û wekî pêngavekî giring binav kir. Hate diyarkirin ku yekem car e dewleta Iraqê hêzên parastina Şengalê qebûl dike û wê di siberojê de jî mafên civaka Êzidî di çarçoveya yasa û destûra Iraqê de bên naskirin.
Helwesta Wezareta Karên Hundir a Herêmê
Lê di saetên dereng ên şeva borî de Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û propaganda vegera li peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a ku di navbera PDK’ê, serokwezîrê wê demê yê Iraqê Mistefa Kazimî û dewleta Tirk a bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî çêbûyî de kir.
Pêşeroja Bûyeran
Li gor wê peymanê, nabe Êzidî ti hêzek wan a xweparastinê hebe û divê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ku di rojên fermanê de hatin avakirin, werin hilweşandin û hebûna wan nemîne. Bi vêre jî xwestin deriyekî nû yê jenosîdê li ser civaka Êzidî vekin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî