PAJK’ê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de got, “Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ye” û diyar kir ku jin bi biryar in ku bi tevlîbûna xweya rêxistinbûyî jiyana demokratîk-komînal biafirînin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixînin.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 28’an a Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Apo hate kirin.
“Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku di şexsê Rêberê me de li dijî îradeya gelan û jinan weke polîtîkayeke qirkirinê hate meşandin û hemû hêzên komploger ên di nav de cih girtin, bi wesîleya salvegera 28’an careke din bi hêrs û nefret şermezar dikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî