Hin kes dibin ew gavên pêşîn û nexşeya wan rêyên ku îro me digihîjin azadiyê. Mîna keda pîroz a şehîdên destpêkê… Niha em guh bidin bîranîneke bi êş û bi rûmet; bîranîna hevala Hêzil Qamişlo ya li ser keda destpêkê ya şehîd Bêrîvan.
Piranî nexşeya dem û hestan di nava hev de tê hûnandin. Lewma rê, rêwî û rêwîtî li ser heman armancê digerin. Di wan çirkên ku dil û raman bi ahenga hestan re dibin yek de, dem radiweste. Banginiya serpêhatiya lehengan deng vedide. Her gavek li ser wan xaçirêkên bênexşeyî dibe destpêka naskirina xwebûnê. Her wiha ev yek dibe sedema ku mirov cîhaneke nû li ber siberojê vebike.
Ji ber wê yekê ye ku pir caran di pexşan û nivîsên wêjeyî de em dibêjin: Rêwîtî ne tenê çûyîna ji cihekî bo cihekî din e, di heman demê de veguhertineke derûnî û hundirîn e jî. Rê ji bo her mirovekî dibe lêgerîn, lêgerîn bi xwe mirov dikşîne nava rêwîtiyeke bêdawî… Lewma rê, rêwî û lêgerîn gelek caran ne tenê nexşeyek in; ew dibin bîranîn, hest û ezmûnên jiyanê bi xwe jî.
Çavkanî: ANF Kurmancî