3 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

AMED — Ji Baroya Amedê parêzer Zîlan Esen li dijî komkujiya jinan bal kişand ser girîngiya veguherîna civakî û piştevaniyê û diyar kir ku divê zîhniyetek wiha bê avakirin ku jinê weke kesayeteke wekhev û azad qebûl bike ku biryarê li ser jiyana xwe dide.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Komkujiyên jinan û mirinên bi guman bi dewamî gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe.
  • Parêzer Zîlan Esen destnîşan kir ku li pişt van kuştinan tundiyeke bi rêk û pêk û polîtîk heye.
  • Sedema esasî ya li pişt komkujiyên jinan newekheviya zayendî ya civakî ye.

Tundiyeke bi rêk û pêk û polîtîk

Komkujiya jinan, mirinên bi guman û polîtîkayên bêcezahiştinê bi dewamî gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe. Çîroka wan jinan ku li tundiyê rast hatin û li gel daxwaza parastinê jî nehatin parastin, pirsgirêkên avanî yên li pişt tundiya mêr careke din radixe pêş çavan. Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Zîlan Esen li ser vê mijarê ji ANF’ê re axivî. Zîlan Esen diyar kir ku komkujiyên jinan û mirina bi guman a jinan bûyerên wê kêliyê yan jî ‘munferît’ nîne û destnîşan kir ku li pişt van kuştinan tundiyeke bi rêk û pêk û polîtîk heye ku hêz û rewatiya xwe ji sîstema serweriya mêr werdigire.

Newekheviya zayendî û sîstema serweriya mêr

Zîlan Esen got, ‘Sedema esasî ya li pişt komkujiyên jinan newekheviya zayendî ya civakî heye ku serwerî û zexta mêr a li dijî jinê weke mafekî xwezayî dibîne. Rolên zayendî yên civakî yên kevneşop ku ji aliyê mekanîzmayên siyasî, çandî û civakî ve timî tê hilberandin, jinan di asta duyemîn de asê dikin. Îradeya jinan a ji bo gotin û biryara li ser jiyana xwe, ji aliyê sîstema bi serweriya mêr ve weke gefek li ser desthilatdariya mêr tê fêhmkirin û zemînê dide tundiyê.’

Bandora polîtîkaya bêcezahiştinê

Di dewama axaftina xwe de Zîlan Esen anî ziman ku kiryar ji polîtîkaya bêcezahiştinê ya bi rêk û pêk hêzê werdigirin û got, ‘Kiryarek dema diçe qereqolê, zane ku wê ji deriyê pişt bê berdan, biryarên parastinê li ser kaxizê dimînin.’

Pêşeroja Bûyeran

Parêzer Zîlan Esen bal kişand ser wê yekê ku ji bo dawîanîna li komkujiyan, pêdiviya lezgîn bi veguherîneke civakî û avakirina zîhniyeteeke nû heye ku tê de jin wekî kesayetên wekhev û azad tên qebûlkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse