24 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Pêşbaziya mirin û jiyanê ya li ser sînoran: Kolberî

📰 KAPSAMLI RAPOR

ARAS ÎBRAHÎM / ROJNEWS — Yek ji karên herî zehmet û bi metirsiyê yê li deverên sînorî yên di navbera Rojhilat û Başûr de tê kirin kolberî ye, ku kolber di nava şert û mercên herî dijwar de têkoşîna jiyanê didin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Kolberî wekî karekî pir zehmet û tijî metirsî tê naskirin ku piranî kolber bi niyeta vegerê dernakevin rê.
  • Kolberekî bi şertê ku rûyê wî diyar nebe diyar kir ku barê wan îro çîçikên elok û mirîşk e.
  • Leşkerên Îranê carinan rasterast bi mebesta kuştinê guleyan li kolberan direşînin.

Di Navbera Germî, Serma û Tarîtiya Şevê de Têkoşîna Jiyanê

Yek ji karên ku li deverên sînorî yên di navbera Rojhilat û Başûr de tê kirin kolberî ye. Karên ku pir zehmet û tejî metirsiye ku piranî kolber bi niyeta vegerê dernakevin rê û her gaveke wan bi barekî giran ê li ser pişta wan heta digihîjin barxaneyan, di rêyeke tejî metirsî, zehmet û dijwar de, di nav germî û serma û tarîtiya şevê de derbas dikin. Yek ji wan kolberên ku hemû cilên wî di nava xwêdana zehmetî û westana rê de şil bibû, ji ajansa me re axivî bi şertê ku rûyê wî diyar nebe. Ji ber ku wekî ku ew bi xwe dibêje, ger bê naskirin dê rastî pirsgirêkên ewlehiyê yên giran bibe û bê girtin. Wî got: “Barê me ya îro çîçikên elok û mirîşkane. Dema ku ji Herêmê jî vedigerin, em barê cixarê an cilûberg û pêwîstiyên din dibin, carinan jî destvala vedigerin.”

Reftara Leşkerên Îranê û Metirsiya Li Ser Sînor

Li ser reftara leşkerên Îranê wiha axivî: “Hinek ji wan xerabin, dema ku te dibînin rasterast bi mebesta kuştinê guleyan li me direşînin. Hinek caran pereyan jî werdigirin û dîsa guleyan li me direşînin. Hinek ji wan jî ji aliyê mirovbûnê ve başin.” Heman kolberî destnîşan kir ku ev pere tu nirxê wî nîne, çiqas qezenc bikin jî her tenê têra derbaskirina jiyana wan nake û got: “Ger pênc milyon an 10 milyon (tumen) jî qezenc bikin têrê nake. Ji ber ku bi taybetî yên ku bi kirê ne, zextek mezin li ser wan heye.” Kolberek din ku çend kartonên çîçikên elok û mirîşkan li ser pişta xwe bar kiribû ji me re axivî û got: “Em ji neçarî, ji bo ku neyên dîtin û hêzên ewlehiyê yên Îranê bi me nehesin, bi şevê hatûçûnê dikin.”

Pêşeroja Bûyeran

Karê kolberiyê li ser sînorên di navbera Rojhilat û Başûr de bi hemû metirsî, zext û zehmetiyên xwe yên aborî û ewlehiyê berdewam dike.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse