KOYE-ROJNEWS — Jinên dest bi huner ên Koye bal kişandin ser karê dest ê jinan û gotin: “Berhemkarên xwemalî pêwîstiya wan bi alîkariya hikûmetê heye. Pêwîste bazareke taybet ji bo jinên dest bi huner bê vekirin. Tevlîbûna jinan a di warê aboriyê de, pêşketina civakê ye.”
- Berhemkarên xwemalî yên li Koye bal kişandin ser kêmasiya piştgiriya hikûmetê û daxwaza vekirina bazareke taybet kirin.
- Xwediya hingivê xwemalî Dilbend Refîq diyar kir ku ji bo pêşxistina karên xwe pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
- Dirûnvana cilên Kurdî Sara Fuad anî ziman ku festîval derfetên girîngin û bang li jinan kir ku pişta xwe bidin kêrhatiyên xwe.
Derfetên sînorkirî û rola jinên hilberîner li Koyeyê
Di demekê de ku derfetên aborî yên sînorkirî û nebûna piştgiriya pêwîst li pêşiya jinên hilberîner astengin, hejmarek jinên hilberîner ên Koye bi piştegiriya bi kêrhatiyên xwe û berhemên xwe yên xwemalî hewl didin ku di çarçoveya bazara navxweyî de cihê xwe peyda bikin. Ev hewldan ne tenê da ku dahata takekesî peyda bike, di heman demê de gaveke ber bi xurtkirina beşdariya jinan di aboriyê de û pêşxistina aboriya civakê ve ye. Têkildarî vê mijarê jinên dest bi huner ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.
Banga piştgiriya hikûmetê ji bo berhemkarên xwemalî
Xwediya hingivê xwemalî Dilbend Refîq got: “Em berhemên xwe yên xwezayî ji Çiyayê Tubzawa didin û beşdarbûna festîvalan derfeteke girînge ku berhemên herêmî bidin naskirin û teşwîqkirin.
Dilbend Refîq rexne li nebûna piştgiriya hikûmetê kir û diyar kir ku xwediyên kar û hilberînerên xwemalî jî ji bo pêşxistin û berfirehkirina karên pêwîstiya wan bi zêdetir alîkariyê heye.”
Pêwîstiya serxwebûna aborî ya jinan
Dirûnvana cilên Kurdî Sara Fuad anî ziman ku ev cûre festîvalane derfetên girîngin ku hilberînan bidin nasîn û bifiroşin û got: “Jinên ku li malê berhem û karên destan çêdikin, divê pişta xwe bidin kêrhatiyên xwe û berhemên xwe bixin bazarê da ku bikaribin çavkaniyeke serbixwe ya dahatê ji xwe re peyda bikin.”
Sara Fuad destnîş
Pêşeroja Bûyeran
Jinên dest bi huner ên Koyeyê bi daxwaza vekirina bazareke taybet û zêdekirina alîkariyên hikûmetê, balê dikişînin ser girîngiya tevlîbûna jinan di warê aboriyê de wekî bingehek ji bo pêşketina civakê.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî