NAVENDA NÛÇEYAN — Rêber Apo di nirxandinên xwe yên nû yên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de, ji bo li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd çareser bibe bo her beşeke Kurdistanê di çarçoveya entegrasyona demokratîk de modeleke cuda ya çareseriyê pêşniyar dike.
- Çareseriya entegrasyona demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd li ti welatî bi heman modelî nabe.
- Li Iraqê çareserî ew e ku Şingal, Mûsil, Kerkûk û Xaneqîn bikevin nav çarçoveya sîstema federalî (Herêma Kurdistanê).
- Pirsgirêka Kurd ne tenê du sedsalî ye, lê belê ji dema Peymana Qesrî Şîrîn a 1639’an ve heye ku erdnîgarî û nifûsa Kurdan lê hat dabeşkirin.
Çareseriya Li Iraqê û Modela Entegrasyonê
Rêber Apo dibêje çareseriya entegrasyona demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd li ti welatî bi heman modelî nabe, li Iraqê çareserî ew e ku Şingal, Mûsil, Kerkûk û Xaneqîn bikevin nav çarçoveya sîstema federalî (Herêma Kurdistanê) û bi vî awayî pêvajoya entegrasyonê were temamkirin. Rêber Apo di nirxandinên xwe yên nû yên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de, ji bo li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd çareser bibe bo her beşeke Kurdistanê di çarçoveya entegrasyona demokratîk de modeleke cuda ya çareseriyê pêşniyar dike.
Dîroka Peymana Qesrî Şîrîn û Taybetmendiya Herêmî
Pirî caran tê gotin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek dused salî ye. Lê belê, pirsgirêka Kurd ji dema Peymana Qesrî Şîrîn a 1639’an ve heye ku erdnîgarî û nifûsa Kurdan lê hat dabeşkirin. Peyva du sedsal, ji bo pêvajoya Osmanî-Tirkiyeyê tê bikaranîn. Pirsgirêka Kurd bi taybetmendiya xwe ve pirsgirêkeke herêmî ye. Iraq û Sûriye demeke dirêj ji aliyê rejîmên Beas ên neteweperest ên Ereb ve hatin birêvebirin. Îran jî, piştî rejîma Şah, nêzî pêncî sal in ku ji aliyê rejîma molayan ve tê birêvebirin. Tirkiye zêdetirî sedsalekê ye ku bi rejîma dewleta neteweyî û nasnameya neteweperest tê birêvebirin.
Cûdabûna Muxatabên Desthilatdariyê
Ji ber van sedeman, hem nûnerên desthilatdariyê yên dîrokî hem bi yên nûjen, ango muxatabên ku serwerî li ser Kurdan ferz kirine; hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê rêveberî û çanda dewletê ve ji hev cuda bûne, û hê jî cuda ne.
Pêşeroja Bûyeran
Rejîmên desthilatdar hildiweşin lê Kurd li ser piyan in!
Çavkanî: Rojnews Kurmancî