NAVENDA NÛÇEYAN — Rejîma Îranê piştî binçavkirina sê mehan, cezayê 3 sal girtîgehê li welatiyek Kurd birî.
- Purya Seîdî yê xelkê Sine ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve hate cezakirin.
- Dadweriya rejîmê rê neda ku Seîdî parêzerek serbixwe hilbijêre.
- Di 19’ê Adara 2025’an de hatibû binçavkirin û piştre bi danîna pere bi awayek demkî hatibû berdan.
Dadgehkirina Bêparêzer û Tometa Propagandayê
Li gor rapora rêxistina mafên mirovan, welatiyek Kurd bi navê Purya Seîdî yê xelkê Sine, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi tometa ‘propagandaya li dijî Îranê’ cezayê 3 sal yê girtîgehê lê birî û di ser de jî cezayê pere lê birî. Li gor heman agahiyan, saziya dadweriya rejîma Îranê rê nedaye Purya Seîdî parêzerek serbixwe hilbijêre û daxwaz jê hatiye kirin ku parêzerek girêdayî rejîmê ji xwere diyar bike. Piştre Purya Seîdî ferzkirina parêzer qebûlnekiriye û bêy amadebûna parêzer hatiye dadgehkirin.
Pêvajoya Binçavkirin û Berdana Demkî
Hêjayî gotinê ye Purya Seîdî di 19’ê Adara 2025’an de di dema serdegirtina mala wî de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatibû birin. Piştî zêdetirî 3 mehan dibin çavan de ma, di Adara 2026’an de bi dayîna pere bi awayek demkî hatibû berdan.
Pêşeroja Bûyeran
Zext û zordariya saziyên dadwerî yên rejîma Îranê li ser çalakvan û welatiyên Kurd bêyî navber berdewam dikin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî