Berdevkê PJAK’ê Rêwar Awdanan bersiva kesên wî weke dijî demokrasiyê pênase dikin da û got: “Ew koleyên hezar axane, çavê wan tenê li para keka di destê desthilatê de ne. Ew komara demoratîk naxwazin û pirrengî ya li Îranê ji bo wan tirs û xofe.”
Berdevkê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêbwar Awdanan li dijî kes û aliyên dijî PJAK û hêzên demokrasîxwaziyê peyamek da.
“Ew dijberê demokrasiyê ne û li hemberî feraseta ku gel xwediyê wê ye, gelekî hesasin. Lewma em her roj qala demokrasiyê dikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî