SILÊMANÎ — Serokê Saziya PAY Dr. Serwer Abdulrahman destnîşan kir ku rewşa heyî ya li herêmê di siya serweriya her du partiyên desthilat, bêhelwestî û lewaziya partiyên mûxaliîf de ye û got, “Ez bawer dikim ku di vê rojê de her sererastkirineke destûra bingehîn dê zirarê bide Kurd û statûya Herêmê.”
- Di beşa duyemîn a rêze hevpeyvînên heftane ya ‘Sêşema Rojnewsê’ de, nirxandin hatin kirin.
- Parlamento li şûna ku bê xurtkirin hatiye pasîvkirin û jihevxistin.
- Zêdetirî du salin hilbijartin hatine kirin û hikûmet û parlamento nehatiye avakirin.
Xeteriyên neavakirina hikûmetê û rewşa herêmê
Di beşa duyemîn a rêze hevpeyvînên heftane ya ‘Sêşema Rojnewsê’ de, Serokê Saziya PAY Dr. Serwer Abdulrahman têkildarî xeteriyên neavakirina hikûmetê û sedema sererastkirina Destûra Bingehîn a Iraqê ji ajansa Rojnewsê re nirxand. Li ser pirsa ku zêdetirî du salin hilbijartin hatine kirin û hikûmet û parlamento nehatiye avakirin, di nav van aloziyên li herêmê de hûn vê rewşê çawa dinirxînin, wiha hat gotin: Mixabin piştî 34 salan em dibînin ku niha li şûna ku parlamento bê xurtkirin hatiye pasîvkirin û jihevxistin. Ev jihevxistine mixabin ne ji aliyê dijminan ve ji aliyê hêzên me yên siyasî ve hatiye kirin, bandoreke xirab li ser rewşa herêmê kiriye. Ji ber ku mesele ne tenê jihevxistina parlamentoyê ye, mixabin gav bi gav bandorê li hemû qadên din ên jiyanê dike.
Rewşa xirab a Herêma Kurdistanê û destên navxweyî
Her wiha, Herêma Kurdistan ti carî wekî niha di rewşeke xirab de nebûye. Em dibêjin ku rûbirûyî krîzê nebûye, ji ber ku krîzên heyî eger di dema borî de bi destên derve hatibin kirin; niha bi destên aliyên siyasî yên navxweyî tê kirin ku întiyaza ferdê Kurdan lawaz kiriye. Lewma eger em bi lez li çareseriyekê negerin, em dibêjin ku wê bandora wê zêdetir bibe. Niha hikûmeteke demborî heye, bê çavdêriya parlamentoyê çi bandoreke xirab li ser vê hikûmetê çêdike.
Pêşeroja Bûyeran
ARAS ÎBRAHÎM di vê çarçoveyê de bal kişand ser xetereyên li ser paşeroja Herêma Kurdistanê û hişyariyên girîng da ku divê herêm ji van aloziyan bi lez xelas bibe.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî