22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Sevda Karaca: Polîtîkayên şer yekîtiya gel û têkoşîna kedê asteng dike

Sevda Karaca anî ziman ku şer têkoşîna kedê û yekîtiya gel asteng dike û got, “Berpirsyariya kedkar û karkerên Tirk jî ew e ku li ber polîtîkayên serwerên xwe rabin û xwedî li daxwazên demokrasî, wekhevî û aştiyê yên gelê Kurd derkevin.”

Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) û Parlamentera Dîlokê Sevda Karaca li ser bandora şer, têkoşîna kedê û aştiyê ji ANF’ê re axivî.

Sevda Karaca diyar kir ku şer li tevahiya jiyana civakî belav dibe û got, “Daxwaza karkeran a li ser mûçeyê, mafê grevê, têkoşîna wekheviyê ya jinê, daxwazên demokratîk ên gel ji nişka ve di bin siya nîqaşên ‘ewlekariya mîllî’, ‘mayindebûnê’ yan jî ‘eniya navxweyî’ tê hiştin. Desthilatdarî li şûna ku bersivê bide pirsên ku kedkar lê dike, hewl dide wan li pêşberî gefeke cuda bêdeng bike.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse