25 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Welatiyên Mîsan: Pêwîste dawî li gendelî û destkariyên derve bê anîn

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Di salvegera 7’emîn a Xwepêşandanên Cotmehê de welatiyên Mîsanê ragihandin ku Xwepêşandana Cotmehê bi pêşengtiya ciwanan destpê kir ku dawî li gendelî û xwepêşandanên nû bibe wesîleya qonaxeke nû.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di saetên nîvroyê de li Parêzgeha Mîsan welatî di salvegera 7’emîn a Cotmeha 2019’an de li hev kom bûn.
  • Elî Sefîr got ku niha daxwaza wan çareserkirina bilindbûna nirxê dolar e.
  • Elî Hisên diyar kir ku xwepêşandan nûkirina sonda ji bo ‘şehîdên Tirşrînê’ ye.

Salvegera 7’emîn a Xwepêşandanên Cotmehê

Mîna cihên din ên Iraqê di saetên nîvroyê de li Parêzgeha Mîsan welatî di salvegera 7’emîn a Cotmeha 2019’an de li hev kom bûn û bi rêya ajansa me daxwazên xwe anîn ziman. Di salvegera 7’emîn a Xwepêşandanên Cotmehê de welatiyên Mîsanê ragihandin ku Xwepêşandana Cotmehê bi pêşengtiya ciwanan destpê kir ku dawî li gendelî û xwepêşandanên nû bibe wesîleya qonaxeke nû.

Daxwazên Welatiyan û Axaftinên Xwepêşanderan

Di xwepêşandanê de welatiyê bi navê Elî Sefîr destnîşan kir ku Xwepêşandana Cotmehê bi piştevaniya ciwanan li dijî gendelî û destwerdanên derve, çareserkirina pirsgirêkên welatiyên Iraqî destpê kir û got ku niha dîsa daxwazên xwe dubare dikîn û got: “Niha daxwaza me çareserkirina bilindbûna nirxê dolare.” Xwepêşander Elî Hisên jî diyar kir ku xwepêşandan nûkirina sonda ji bo ‘şehîdên Tirşrînê’ û tevlîbûna tevgerên neraziye û got: “Dibe bîranîna îsal bibe sedema qonaxeke nû a nûjenkirina siyasî, aborî û civakî.”

Pêşeroja Bûyeran

Dadgeha Federal sibe li ser giliyê Tevgera Helwêst dicive, di heman demê de xwepêşander daxwaza eşkerekirina kujeran û reformên aborî dikin, her wiha ji bo berpirsekî parêzgeha Selahedînê fermana girtinê hat derxistin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse