9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Hesekê îro çi qewimî?

Diyarname
Van rojan ereb li Hesekê dijî kurdan. Êrîşên ereban îro jî dom kirin. 
Va ne agahiyên ji îro:
– Tê gotin bi dehan ereben ji derveyî bajêr ji bo xwepêşandanê hatin nav bajêr. Ew û hin erebên bajêr êrîşên kurdan kirin.
– Li Taxa Xiwêran êrîş û xwepêşandanan dest pê kir.
– Rojên borî tabelaya li Qada Aştiyê ku bi kurdî û bi erebî li ser tabelayê nivîsî bûn “Qada Aştiyê” ew  tabela hat daxistin. Îro jî tabelaya ku keçiyên jinan li ser bû hat texrîbkirin.
– Li Hesekê li taxêr başûr piranî ereb, li taxên bakur piranî kurd in. Van êrîşankaran berê xwe da taxên kurdan jî, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşî li wan girtin.
– Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed bi ser X’ê re got, “‏Xerabkirina mal û milkên giştî yan taybet û ketina nava pevçûnan, tu carî xizmeta doza we nake, berevajî wê, zirarê dide ewlehiya civaka me û armancên we yên rewa paşguh dike.
‏Ji ber wê yekê, em bangî hemû gelê xwe, bi taybet ciwanên xwe dikin ku bi aqilmendî û bi berpirsiyariyeke mezin tev bigerin. Hêzên ewlehiyê yên li qadan, zarok û birayên we ne û erka wan a sereke parastina we û saziyên gelê me ye.
‏Divê em hemû bi hişmendî û bi berpirsyarî tev bigerin, da ku em rê nedin tu aliyekî ku bixwaze hestên we bi kar bîne û herêma me bixe nava tevliheviyê.
– Ji taxên ereb êrîş çûbûn, nava rojê dengen guleyan jî hat. Hêzên Ewlehiyê ketin taxê.
– Li Hesekê hinek sivîl birîndar bûne, lê tam nayê zanîn ew ji kîjan alî ne, bi çi birîndar bûne. Ligel vê agahiyê jî, ANHA’yê jî agahiyeke wisa belav kir: Sê welatî birîndar bûn. Her sê welatî dema ku bi erebeyê di çerxerêya Sînaayê re derbas dibûn hatin gulebarankirin û birîndar bûn. Ew rakirina Nexweşxaneya Reca.
– Berêvarkî rewş li herêmê aram bû.

Çavkanî: Diyarname

Leave a Comment