Diyarname
Navi Pillay ku Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê hat dîtin.
Komîteya Nobelê di daxuyaniya belav kir de wisa got, “Ji ber xebatên wê yên ji bo aştiyê û defhdana ber bi hiqûqa navneteweyî ve, Navi Piley hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê hatiye dîtin.”
Komîteyê wisa got, “Navi Pillay zor li dewlet û rêberên neteweyan kiriye ku hesabê birin, ew ji bo mexdûrên şîdet û pevçûnan bûye hêvî. Di her peywira xwe de wê diyar kiriye ku kes û dewlet mecbûr in li gor serdestiya hiqûqê tevbigerin.”
Navi Pillay kî ye?
Navi Pillay hiqûqnas, parêzvanê mafên mirovan û dadgereke navneteweyî ye. Ew di sala 1941’ê de li bajarê Durbamn a Afrîkaya Başûr hatiye dinê. Ew ji kok xwe hindî ye.
Pillay li Zanîngeha Hiqûqê ya Harwardê lisansa bilind û doktoraya xwe temam kiriye. Di sala 1998’an de ji heman zanîngehê “Doktoraya Zanistên Hiqûqê” girtiye ku ew yekemin jina Afrîkaya Başûr e ku ev yek bi dest xistiye.
Sala 1967’ê, di salên xwe yên pêşî yên hiqûqê de li eyaleta Natalê ofîsa hiqûqê vekiriye û bi vê yekê bûye yekem jina parêzer ku ne spî ye.
Pillay niha li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî wekî dadger kar dike.
Çavkanî: Diyarname