Li Paytextên Ewropayê Meşên Mezin ên Ji Bo Azadiyê Hat Li dar Xistin
Li gelek bajarên mezin ên Ewropayê, kurdistaniyên dîasporayê û dostên wan bi girseyî daketin qadan û banga rakirina tecrîdê kirin. Bi hezaran kes bi dirûşmên azadiyê meşiyan û banga xwedîderketina li mafên mirovan li saziyên Ewropî kirin.