9 Ekim 2026, Cuma

Kahtaspor têk çû

Diyarname Di Kûpaya Tirkiyeyê Dora 2’yan de Kahta 02 Spor li Kayseriyê bû mêvanê Erciye 38 Sporê. Kahta bi 2-0 têk çû û ji kûpayê xatir xwest. Kahtaspor li Lîga Amatoran a Herêmî dilîze. Par di Kûpaya Tirkiyeyê de heta Dora 4’an çûbû, di Dora 3’yan de tîma Super Lîgê Kasimpaşa jî têk biribû. Îsal … Read more

Li Spanyayê sendîkayan ji bo greva giştî bang kirin

Du sendîkayên herî mezin ên Spanyayê UGT û CCOO li hemberî krîza avahiyan, mûçeyan û bihabûnê bang kirin ku 11’ê Mijdarê greva giştî bê kirin. Sendîkayên sereke yên li Spanyayê, ji bo beriya hilbijartina giştî ya 29’ê Mijdarê mûçe bêne zêdekirin û mafê avahiyan bê garantîkirin, her wiha bihabûn bê kontrolkirin bang kirin ku 11’ê … Read more

Hevşaredarên Bakur ligel Îlham Ahmed û Cîhan Hesam hatin ba hev

Diyarname Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê (ya ji peywirê hat girtin) û Berdevka Rêveberiyên Herêmî Devrim Demir, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, Hevşaredara Farqînê Sevim Biçici, Hevşedara Tetwanê Belkiça Beştaş Îbozdemîr û endama Komîteya Dîplomasiyê Rûken Demîrer ji bo hevdîtinan çûn Rojava. Heyet ligel siyasetmedar Îlham Ahmed û endama Komîteya Têkiliyan Roşan Hesen li avahiya Têkiliyên … Read more

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Helbestvan û nivîskara Kanadayî Canne Carson hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya îsal hate dîtin. Akademiya Swêdê diyar kir ku helbestvan, nivîskar û wergêr Anne Carson a ji Kanadayê hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2026’an hate dîtin. Akademiyê got, Carson ji ber berhema xwe ya nûjen û wêrek a ku bi kevneşopiya klasîk re … Read more

Komploya 9’ê Cotmehê li Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanan hate şermezarkirin

Komploya 9’ê Cotmehê di salvegera 28’emîn de li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi xwepêşandanan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin. Li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo hate şermezarkirin. QAMIŞLO: Li bajarê Qamişloyê gel xwepêşandan bi dirûşma “Bi însiyatîfa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Komploya … Read more

Li Kramatorskê di êrişa Rûs a li ser 2 otobusan de zêdeyî 30 kes mirin

Hate ragihandin ku Rûsyayê êriş bir ser 2 otobusên ji herêma Donetskê diçû bajarê Kramatorskê yê Ûkraynayê û di encamê de herî kêm 30 kes mirin. Li gorî Servîsa Rewşa Lezgîn a Dewletê ya Ûkraynayê, di encama êrişa Rûs de ya li Kramatorskê agir bi herdu otobusan ket û di encamê de 33 kes mirin, … Read more

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM’ê tê

Diyarname Li Tirkiyeyê hema hema her roj astengî tînin pêş hin hesabên rojnamegeran, endamên saziyên sivîl û kesên serbixwe. Heta niha bi hezaran hesabên X’ê hatine astengkirin. Li ser vê yekê IFJ (Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî), EFJ (Federasyona Rojnamegerên Ewropayê) û TGS’ê (Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê) bi hev re daxuyaniyaniyeke belav kirin û bertek nişanî van astengiyan … Read more

Perwerdeya zimanê kurdî mafekî sereke ye

Meclisên ciwanan ên PYD’ê yên bajarên Til Temir û Zirganê bi daxuyaniyekê biryara hikumeta demkî ya têkildarî perwerdeya zimanê Kurdî red kir û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî sereke ye. Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li pêşiya avahiya PYD`ê ya li bajarê Til Temirê têkildarî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî … Read more

Axios: Pentagonê ji CENTCOM’ê xwest ku amadekariya êrişa li ser Îranê bike

Hate ragihandin ku Pentagonê ji Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) xwestiye ku ji bo operasyoneke berfireh a li dijî Îranê amadekariyan temam bike. Hate îdîakirin ku ji ber îhtimala jinûve destpêkirina operasyonên leşkerî yên li ser Îranê, Wezareta Parastinê ya DYE’yê ji CENTCOM’ê xwestiye ku “amadekariyan temam bike.” Li gorî nûçeya Axiosê … Read more

Li herêma Cizîrê çalakiyên li dijî komployê

Bi wesîleya salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêber Apo hate kirin, li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin. Ji bo şermezarkirina salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku ji 9’ê Cotmehê (1998) destpê kir, şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê xwepêşandan lidar xistin. Li bajarê Qamişlo … Read more