28 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Li Wan û Agiriyê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn: Banga yekîtî û gavên şênber

📰 KAPSAMLI RAPOR

WAN/AGIRI — Li Wan û Agiriyê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê mewlûd hatin dayîn. Di çalakiyan de bang hate kirin ku hêzên siyasî yên Kurd bibin yek û di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber bên avêtin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê ya Wanê li ewyanek dawetê ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn.
  • Di mewlûdê de pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne” û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
  • Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser têkoşîna 52 salî û banga yekîtiyê kir.

Li Wanê bi sedan welatî tevlî mewlûda şehîdan bûn

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li ewyanek dawetê ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” hatin daliqandin û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn.

Peyamên domandina têkoşînê hatin dayîn

Di bernameyê de ewilî mewlûd hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê, Hevseroka MEBYA-DER’ê Mizgîn Avşîn û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Guneş bang kirin ku têkoşîna şehîdan were domandin.

“Em êdî naxwazin xwîn li ser vê axê birije”

Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û bal kişand ser wateya têkoşîna 52 salî ya azadiyê. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku dema mijar dibe şehîd û têkoşîna wan, hemû zimanan bînin ba hev jî li hember têkoşîna wan dê kêm bimîne û got: “Li hember têkoşîna ku ev 52 sal in tê dayîn, ax ji nû ve şîn bû. Em êdî naxwazin xwîn li ser vê axê birije. Bi peyama Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re gelek gav hatin avêtin, lê dema em dinêrin ji aliyê dewletê ve gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Êdî pêwîst e gavên berbiçav bên avêtin û her kes di ferqa berpirsiyariya xwe de be.”

Pêşeroja Bûyeran

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiyê li hemû aliyan kir.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse