Di rûniştina sêyemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de, tecrubeyên perwerdehiyê yên li ser bingeha azadiya jinê pêş ketine û girêdana akademî û komîteyan a bi civakê re hatin nîqaşkirin.
Rûniştina sêyemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku li bajarê Haelen ê Hollandayê bi temaya sereke “Di avakirina jiyana demokratîk û komunal de rola Jineolojiyê” pêk hat, bi sernavê “Civakîbûna zanyariyê û rizgarkirina zanistê ji bandorên mêtingeriyê” hat lidarxistin. Di rûniştinê de tecrubeyên fêrbûna kolektîf, rêbazên pedagojîk û şêweyên afirandina zanyariyê yên Jineolojiyê hatin destgirtin û civakîbûna zanyariya jinê û rola wê di avakirina civaka demokratîk de hatin nîqaşkirin.
Endamên Komîteya Jineolojiyê Yasemîn Anday û Nûjîn Derya û endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Jînda Amedê pêşkêşî kirin û ji tecrubeyên perwerdehiyê heta xebatên lêkolînê, ji rola civakî ya akademiyan heta xurtkirina rêxistinên xwecihî gelek mijar hatin nirxandin.
Çavkanî: ANF Kurmancî