Diyarname
Nivîskar Bajar Mîrzeman vê carê bi “Şewtbihêrk”ê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Pirtûka ku 7 çîrokan pêşkêş dike ji Weşanên Avestayê derketiye.
Nivîskar Bajar Mîrze berê bi pirtûkek çîrokan û yek jî roman bi du pirtûkan li pêşberî xwendevanan bû, niha yeka din li wan zêde kir.
Pirtûkeke çîrokan; çîrokên ji gelek peyvên ku baş li cem hev hatine danîn pêk hatiye. Di dawiyê de vegotina çîroka kurdan, yan jî anîna ziman a çîrokên ji nav jiyana kurdan li pêş xwendevan e. Em qala pirtûka Bajar Mîrzeman dikin. Di 7 çîrokan de xwendevan dibe cihên cuda yên warên kurdan. Hin cihan rexne dike, carinan dide fikirandin, di dawiyê de çîrokek vedibêje.
Çavkanî: Diyarname