7 Kasım 2026, Cumartesi
Nûçe

Bayindir: Divê êdî dewlet gavên şênber bavêje

🔴 FLAŞ HABER

GOTZIS — Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li bajarê Gotzis ê Awûstûryayê bi gel re civiya, diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk divê dewlet gavên hiqûqî û siyasî yên şênber bavêje.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBP’ê Murat Sarisaç beşdarî civîna gel a li Gotzisê bûn.
  • Murat Sarisaç diyar kir ku entegrasyona demokratîk nayê wateya teslîmiyet an asîmîlasyonê.
  • Keskîn Bayindir destnîşan kir ku bidawîbûna têkoşîna çekdarî nayê wê wateyê ku pirsgirêka Kurd çareser bûye.

Li Awûstûryayê Civîna Gel Hat Lidarxistin

Li bajarê Gotzis ê Eyaleta Vorarlbergê ya Awûstûryayê bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBP’ê Murat Sarisaç civîna gel hat lidarxistin. Di civîna ku li Komeleya Çandê ya Sarayê pêk hat de, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên siyasî yên li Kurdistanê û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd hatin nîqaşkirin.

Sarisaç: Divê Nasname û Zimanê Gelê Kurd Bê Nasîn

Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBP’ê Murat Sarisaç ê ku destpêkê axivî, bal kişand ser têkoşîna ku gelê Kurd bi salan e bi dayîna berdêlên giran dimeşîne. Sarisaç diyar kir ku entegrasyona demokratîk nayê wateya teslîmiyet an asîmîlasyonê û got: “Divê nasname, ziman û hebûna siyasî ya gelê Kurd bê nasîn. Divê yekîtiya neteweyî ya Kurd bê xurtkirin, rêxistinbûna jin û ciwanan bê pêşxistin.”

Bayindir: Divê Dewlet Berpirsiyariyên Xwe Bi Cih Bîne

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî der barê qonaxa ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê de nirxandin kirin. Bayindir destnîşan kir ku bidawîbûna têkoşîna çekdarî nayê wê wateyê ku pirsgirêka Kurd çareser bûye û bi bîr xist ku Rêber Apo di serdemên cuda de ji bo çareseriya aştiyane ketiye nava hewldanan.

Pêşeroja Bûyeran

Bayindir anî ziman ku tiştên ku ket ser milê Têkoşîna Azadiya Kurd zêdetir jî pêk aniye û divê êdî dewlet berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Bayindir diyar kir ku divê nasnameya Kurd bi destûrê bê misogerkirin, mafê perwerdeya bi Kurdî bê nasîn, azadiya siyaseta demokratîk û rêxistinbûnê bê misogerkirin, rêv

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse