13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

Mûrat Karayilan anî ziman ku divê pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin û got, “Şertê me yê destpêkê ew e ku pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Eger dewlet têkildarî Rêber Apo biryareke nû nede pêvajo nameşe.”

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dema dawî avêt û nêzîkatiya dewleta Tirk a li pêvajoyê nirxand. Hevpeyvîna berfireh a bi Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:

Di ser Komploya Navneteweyî re 28 sal derbas bûn ku li dijî Rêber Apo û gelê Kurdistanê hate kirin. Armanc ji vê komployê çi bû?

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse