Amadekara Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê Seroka EUTCC Kariane Westrheim di destpêka konferansê de axivî û diyar kir ku pêvajo firsendeke girîng pêşkêş dike, lê belê aştî bi xwe nîne.
Roja duyemîn a Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê bi axaftin û peyaman destpê kir. Amadekara Konferansa 20’emîn Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Ewropayê (EUTCC) hîndekara Zanîngeha Bergen a Norwêcê Kariane Westrheim destpêkê axivî.
Di rûniştina destpêkê de ku endama Desteya Rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdeviren moderatorî jê re dikir Kariane Westrheim spasiya kedkarên konferansê kir û qala guherînên siyasî û şêweyên tevlîbûnê yên ji sala 2004’an ên destpêka konferansê û vir ve kir.
Çavkanî: ANF Kurmancî