NAVENDA NÛÇEYAN — Koşka Spî di serdemên rêveberiyên Joe Biden û Donald Trump de, tora înterneta esmanî ya “Starlink” wekî amûreke bi bandor a siyaseta derve ya Amerîkayê li dijî Îranê bikar aniye. Ajansa nûçeyan a Reutersê derbarê bikaranîna tora înterneta esmanî ya Starlinkê ya li Îranê, agahiyên nû weşand.
- Washingtonê rasterast ji kompanyaya “SpaceX” daxwaz kiriye ku înternetê li navxweya Îranê çalak bike daku alîkariya xwepêşanderan bike.
- Her du rêveberiyên Biden û Trump gelek caran rasterast peywendî li gel Rêveberê Giştî yê SpaceXê Elon Musk danîne.
- Di serdema rêveberiya Joe Biden de ev pêngav ber bi aliyekî berovajî ve jî çûye.
Bikaranîna Starlinkê Wekî Amûreke Siyaseta Derve
Koşka Spî di serdemên rêveberiyên Joe Biden û Donald Trump de, tora înterneta esmanî ya “Starlink” wekî amûreke bi bandor a siyaseta derve ya Amerîkayê li dijî Îranê bikar aniye. Ajansa nûçeyan a Reutersê derbarê bikaranîna tora înterneta esmanî ya Starlinkê ya li Îranê, agahiyên nû weşand. Li gorî rapora ajansê, Washingtonê rasterast ji kompanyaya “SpaceX” daxwaz kiriye ku înternetê li navxweya Îranê çalak bike daku alîkariya xwepêşanderan bike. Di beramber de, Amerîkayê ev xizmetguzarî li wan herêmên di bin kontrola komên hevalbendên Tehranê de ne, rawestandiye.
Peywendiyên Rasterast bi Elon Musk re
Li gorî agahiyên ku şeş rayedarên berê yên Amerîkayê dane ajansa Reutersê, her du rêveberiyên Biden û Trump gelek caran rasterast peywendî li gel Rêveberê Giştî yê SpaceXê Elon Musk danîne daku guhertinan di nexşeya vegirtina înterneta Starlinkê ya li Rojhilata Navîn de çêbike. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku piştî rêzeêrişên leşkerî yên Amerîkayê û Îsraîlê yên li ser Îranê di navbera salên 2025 û 2026’an de, rêveberiya Trump rasterast ji Musk daxwaz kiriye ku xizmetguzariya Starlinkê li navxweya Îranê bêberamber bixe meriyetê; bi vê pêngavê xwestine xeteke peywendiyê ji bo muxalefet û xwepêşanderên li dijî hikûmetê dabîn bikin daku di dema sansûr an jî qutkirina zanebûnî ya înternetê ji aliyê Tehranê ve, ew bikarin dengê xwe bigihînin cîhanê.
Pêşeroja Bûyeran
Li gorî heman çavkaniyê, di serdema rêveberiya Joe Biden de ev pêngav ber bi aliyekî berovajî ve jî çûye; bi
Çavkanî: Rojnews Kurmancî