Li Amedê bi hezaran kes beşdarî meşa ku bi wesîleya 28’emîn salvegera komploya navneteweyî hat lidarxistin, bûn. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de banga zelalkirina statuya Rêber Apo, misogerkirina azadiya fîzîkî û avêtina gavên hat kirin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi wesîleya Komploya 9’ê Cotmehê ya 1998an ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve ku li dijî Rêber Apo pêk hatibû li Amedê bi tevlibûna hezaran kesan meş hat lidarxistin.
Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî hezaran welatî tev li meşa ji ber avahiya N City destpê kirî bûn. Di meşê de pankartên, “Bi rihê rêhevaltiya komînalîst em ê taritiya li ser ronahiya xwe rakin“ , “Li hember komployê niha dema jinê ye’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatin hilgirtin. Girseyê bê navber diruşmên, “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Aştî aştî ji bo Serok azadî” hatin berzkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî