25 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li gelek bajarên Rojava Şehîd Bêrîtan bi merasîman hat bîranîn

📰 KAPSAMLI RAPOR

NAVENDA NÛÇEYAN — Bi boneya salvegera 34`emîn a şehadeta şehîd Bêrîtan li gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin, beşdarvanan behsa rêwîtiya têkoşîna şehîd Bêrîtan û helwesta wê ya li dijî teslîmkariyê kirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Kongra Star li bajarên Qamişlo, Hesekê, Zirgan, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Til Temir ên li herêma Cizîrê merasîm li dar xistin.
  • Di axaftinan de hate destnîşankirin ku berxwedana şehîd Bêrîtan bûye sembola azadiyê û li dijî zîhniyeta desthilatdar e.
  • Merasîmên bîranînê bi pêşandana senvîsyoneke têkildarî têkoşîna şehîd Bêrîtan bi dawî bûn.

Li Cizîrê û Kobanê merasîmên girseyî

Kongra Star li bajarên Qamişlo, Hesekê, Zirgan, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Til Temir ên li herêma Cizîrê, her wiha li bajarê Kobanê jî bi boneya salvegera 34`emîn a şehadeta Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) merasîmên bîranînê li dar xist.

Qamişlo û Hesekê bîranînên bi heybet

Li bajarê Qamişlo merasîmê sersaxiyê li navenda Kongra Star a li taxa Enteriyê bi amadebûna şênî û malbatên şehîdan hat lidarxistin, merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre bi navê Kongra Star Gulîstan Efrîn axivî û têkoşîna şehîd Bêrîtan a ji bo azadiya jinan û civakê bi bîr anî. Gulîstan Efrîn da zanîn ku şehîd Bêrîtan li ber xwe da, berxwedana wê bû sembola berxwedan û azadiyê, kesayeta wê xwedî fikreke azad bû, îro jî jinên Kurd li ser şop û xeta wê dimeşin, bîranîna Bêrîtan tê wateya girêdana bi azadî, têkoşîn û derketina li hemberî zîhniyeta desthilatdar. Merasîmê bîranînê bi pêşandana senvîsyoneke têkildarî têkoşîna şehîd Bêrîtan bi dawî bû. Li bajarê Hesekê, Kongra Star merasîmeke bîranînê li Akademiya Şehîd Perwîn a li nêzî çerxerêya Merşo, bi amadebûna endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist. Berdevka Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman axivî û bal kişand se

Pêşeroja Bûyeran

Çalakî û merasîmên bîranînê yên ji bo Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li herêma Cizîrê û Kobanê bi coş û moraleke bilind berdewam kirin, her wiha girêdana bi xeta berxwedanê re hate tekezkirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse